Lütfen bekleyin..
Dema em zarok bûn dinya me biçûk bû, xeyalê me pir mezin bûn. Wextê zarokatîya me de kompîtur tine bûn, televîzyon pir kêm bûn, lê belê çîrok ji mere pir dihatin gotin; lewra xeyalê me ne di nava qutîka de (kompîtur, televîzyon) asê diman, jî sedema van çîroka xeyalê me pir dewlemend dibûn. Çîrokê ji me re dihatin gotin: Carinan li ser birînê bapîrê me bûn, carinan li ser jîyana bi rûmet bûn, carinan li ser pîrebokan bûn û hin cara jî li ser evîndarîyen bi taybet bûn. Tu carî jîyan ji bo me bi qirêj ne dihate gotin û tu carî dayîkê me hînkirina dijmintîyê nezîkî me ne dikirin.
Dema em zarok bûn, li gorî zarokê dema îro belkî me pir zahmetî didît, belkî me pir xîzanî didît lê tu carî em ne dihatin polîtîze kirin û tu carî em ne dibûn kesên din. Em zarok bi roj li ser bênderekê an jî li kuçeye kê bi hev re dilîstin û êvaran jî li malekê kom dibûn, dayike kê ji mere çîrok digotin. Em bi xeyalên xweyî dewlemend dijîn û em bi xwebûn.
Kengê em mezin bûn dinya me jî bi mere mezin bû, lê belê mixabin xeyalê me jî pir kêm bûn; lewra me dinê fehm kir, me qirejîya dinê dît, jîyan kete nava qutîka (kompîtur, televîzyon), me li hevîdorê xwe dijmintî dît, ew birînê bapîre meyî di çîroka de ji me re dihatin gotin me bi xwe dît. Ew evîndarîyê bi taybet ku di çîroka de ji me re dihatin gotin tenê di çîrokan de man. Kengê em mezin bûn me fehm kir pîrebok tinin lê belê mixabin pir mirovê vê demê ji wan pîrebokê çîrokan jî xerabtirin…
di zarokîya xwe de hertim diketim xewn û xeyala
di pêşeroja xwe de tu car min ne didît derd û neyara
bawerkin min ew wext dîtibuna ev derd û neyar
min tu car ne dixwest hatibuma vî wextê bê yar…